• DOLAR 32.42
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2398.18
  • ...
Mizgefta Hidr'ul Ahdara li Sêrtê di Remezanê de vedibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mizgefta Hidr’ul Ahdara 93 salî ya ku li Sêrtê ji teref Midûrtiya Hêrêmê a Wexfan ve tê restorekirin hindik maye ku biqede.

Berê me bi serenava ‘Restorasyona Mizgefta Hidr’ul Ahdara Sêrtê’ mijarê anîbû rojevê. Piştê vê yekê restorasyona Mizgefta Hidr’ul Ahdarê hat zêdetirkirin. Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Hêrêmê a Wexfan ve hat dayîn de hat destnîşankirin restorasyona Mizgefta Hidr’ul Ahdarê ya ku didome dê di Meha Remezanê de ji bo îbadetê ji nû ve were vekirin.

Ji mizgeftên dîrokî Mizgefta Hidr’ul Ahdarê tê zanîn ku di serê qerna 12 emîn de hatiye avakirin. Mizgefta Hidr’ul Ahdarê di sala 1929an de ji nû ve hatiye restorekirin, mînareya wê hatiye nûkirin û navê wê jî wek Mizgefta Cumhuriyetê hatibû guhertin. Gor hinek dîrokvanan ev mizgeft beriya welidîna Hz Îsa hatiye avakirin.  

Tê idîakirin ku gora Yahovaya ku hewariyê Hz Îsayî di nav mizgeftê de ye. Lê di derbarê vê yekê de tu çavkanî tune. Her wiha tê diyarkirin Kaniya Sûk’ul Ayna ku kêleka mizgeftê ye di dewra Selçuqiyan de hatiye sazkirin.

Midûrê Herêmê yê Wexfan Saît Sancak di derbarê restorasyona Mizgefta Hidr’ul Ahdarê de daxuyanî da. Sancak diyar kir heşîna 90 cm yî ya din av mizgeftê de hatiye rakirin. Ji ber vê yekê mizgeft gihaye asta xwe yê herî ewil.

Sancar belav kir ew hewl didin ku mizgeftê di Meha Remezanê de ji îbadetê re vekin. Dûvre Sancak axavtina xwe wiha domand: “Heşînên ku berê hatibû tîjekirin hatiye valakirin. Pencerên aliyê rojhilatê ve derketin holê. Înşaellah dê ev werin vekirin. Bi vcê şiklê hewa sitandina mizgeftê jî dê ji ritûbetê xilas bibe.” (ÎLKHA)


 













Bu haberler de ilginizi çekebilir