Berika hewanê ket nêzê qereqolê: Eskerek birîndar
Li navçeya Tîlbîşara (Oguzelî) Entabê ji aliyê Sûrî ve berikekê topê û 2 berikên hewanê ketin derdora Qereqola Huduta Dagê. Tê idîakirin ku ev top û 2 berikên hewanê yên ku ketine nêzê qereqolê ji teref DAÎŞê ve hatiye avêtin.
Bewrikekê topê û 2 berikên hewanê ketin derdora Qereqola Huduta Dagê ya ku di nabeyna navçeya Tîlbîşara Entab û Elîbeyliya Kîlîsê de ye. Di encama ketina van berikên tê idîakirin ku ji teref DAÎŞê ve hatiye avêtin de eskerek birîndar bû.
Gor agahiyên hatine bidestxistin doh bişev ji aliyê bajarê Heleba Sûrî yê ku di bin zepta DAÎŞê de ye ve berikên top û hewanê ket derdora Qereqola Huduta Dagê ya ku di hawîrdora Fermandariya Tugaya Bizirx a 5 emîn de ye.
Di encama teqîna ku pêk hatiye de eskerek birîndar bû. Hat ragihandin ku piştî vê yekê leşkerên Tirkiyê bersiva vê yekê daye. Her wiha hat destnîşankirin ku rewşa leşkerî baş e. (ÎLKHA)