Walîtî: 166 PKKyî hatin kuştin
Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hat ragihandin li Nisêbînê 166 PKKyî hatine kuştin.
Di derbarê operasyonên ku li Nisêbînê li dijî PKKê tên kirin de ji teref Walîtiya Mêrdînê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de bilançoya 22 rojan hat aşkerekirin.Li gor daxuyaniyê di encama 22 rojan de 166 PKKyî hatin kuştin, 31 wezîfedarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û her wiha li navçê 122 barîkat hatin rakirin û 351 teqemenî jî hatin îmhakirin.(ÎLKHA)