Êrîşa bombeyî li wesayîta polêsan hat kirin
Li Wanê di wextên êvarî de êrîşa bombeyî li wesayîtên polêsan hatin kirin.Di sê êrîşên cûda yên ku li polêsan hatin kirin de li gor agahiyan tiştek bi tu kesî nehatiye.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin li navçeya Îpekyoluya Wanê teqemeniyên ku berî niha hatibûn bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a polêsan de hatin teqandin. Di teqînên ku pêk hatin de tiştek bi tu kesî nehat lê di mal û kargehên derdorê de zirar pêk hat.
Hat ragihandin piştî êrîşê dengê çekan hatine bihîstin.(ÎLKHA)