Wezîrtiya Parastinê ya Azerbaycanê: Gelek efserên Ermenî hatin kuştin
Wezîrtiya Parastinê ya Azerbaycanê diyar kir di wan axên ku bin îşqala Ermeniyan de ye navenda fermandariyê ji holê hatiye rakirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezîrtiya Parastinê ya Azerbaycanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku navenda fermandariyê ji holê hatiye rakirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Navenda fermandariyê ya hêzên çekdarî yên Ermanîstanê ji teref artêşa me ji holê hat rakirin. Gelek xizmetkarên leşkerî, efser û generalên xwedî paye jî hatine kuştin. Wezîrtiya Parastinê dê vîdyoyên di derbarê vê mijarê de bi raya giştî re parve bike.” (ÎLKHA)