Bombe teqiya:4 polês birîndar bûn
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di maleke ku esker û polêsan xwestin tê de lêgerînê bikin de teqîn pêk hat.Ji ber teqînê mal hişweşiya û 4 polês di bin enqaza malê de man.Polêsên ku di bin enqazê malê de mabûn rakirin nexweşxanê.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdîna ku qedexeya derketina derve hêj lê berdewam dike esker û polês îro xwestin di malekê de lêgerînê bikin.Lê di dema lêgerînê de teqemenî teqiya.Ji ber teqîna ku pêk hat 4 polês di bin enqazê de man. 4 polêsên ku di bin enqaza malê de mabûn derxistin wan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)