• DOLAR 32.474
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2419.736
  • ...
Tugayên Qassamê: 4 eskerên Îsraîlê di destên me de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Tugayên Qassamê Ebû Ubeyde  di derbarê mijarê de ji televizyona El-Eqsayê re axivî û diyar kir di destên wan de 4 eskerê îsraîlî hene.Ubeyde di derbarê aqibeta eskerên îsraîl de tu agahî neda.

Ebû  Ubeyde di berdewama daxuyaniya ku kir de diyar kir heta niha di derbarê eskerên ku hatine girtin de bi terefê îsraîlê ve qet têkilî çênebûye  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di debarê aqibetê eskerên îsraîlî de agahiyan nadin heta ku di vî warî de ew bedelekê bidin.Bêbedel dayîna agahiyan ne mumkin e.”

Her wiha heftiya borî Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu bi endamên çapemeniyê re civînek li dar xistibû ku di vê civînê de rojnamegerek di derbarê eskerên ku winda bûne de pirsek jê kiribû.Netanyahu jî di derbarê vê yekê de diyar kiribû ku  ew di derbarê vê yekê de hewldanên xwe didomînin û geşedaniyên girîng pêk hatine.

Ebû Ubeyde dîmenên 4 eskerê îsraîlî jî weşand û ji daxuyaniyên Netanyahu re wiha bersiv da “Ji xelkê xwe re derewan dibêje.Wan û malbatên eskerên êsîr dixapîne.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir