Zaroka din jî jiyana xwe ji dest da
Zaroka din jî a ku di teqîna Cizîrê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da.
Her weke ku tê zanîn berî vê 2 rojan li Cizîrê 2 zarok bi cismeke ku nedihat zanîn dilîstin ku ev cism di destê wan de teqiya.Ji ber teqîna wê cismê her zarok jî giran birîndar bûbûn.Ji zarokan ê binavê Harûn Çagli doh û ya bi navê Ayşenûr Geçît jî îro li Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê ya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)