• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Eşîra Tataran ji Demîrtaşî re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Tu kes ji we nikarî bi qasî min bibe Kurd û nikarî bi Kurd bûna xwe serbilind bibe”

Arslan Tatar di daxuyaniya ku da de ji kesên ku wî rexne kirin re wiha got: “ Ez dixwazim bipirsin eger îro Şernex di vî halî de be gelo qet sûcê we tune ye? Hûn çi qasî li pêşîya vê siyaseta hendekan a ku malên we li serê wê de xera dike sekinîn û we jê re  got bisekine? Min di 20 Çilê de daxuyaniyek da û got werin ji bona Xwedê em ji vê belaya terorê re bibêjin edî bisekine. Ji we çend  kes hat û piştgirîyê da min? Bila ew zihnîyeta ku berê lûleyên xwe dan Aslan Tatar vê baş bizanibin Tu kes ji we nikarî bi qasî min bibe Kurd û nikarî bi Kurd bûna xwe serbilind bibe.”

 “Kesên ku dixwazin naveyna me xera bikin mehkûm in ku di nava pîsiya xwe de bixeniqin”

Arslan Tatar di dawiya axavtina xwe de ji Hevserokên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re bertek nîşan da û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew PKKyê ku rêxistina terorê ye cardin rûyê xwe ya rastî nîşan da. Kesên ku dixwazin naveyna me xera bikin mehkûm in ku di nava pîsiya xwe de bixeniqin. Di nava vê yekê de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdaga ku  siyaseta xendekan dikin û yên ku xwe dispêrin pişta rêxistina terorê jî daxil in.Heger îro Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nava van xendekan de miribana ew ê şerm nekiribana û ew ê karibana derkevin nava xelkê.Xwediyên rastî yên vî memleketî em in ne ew in.Ne ew ne jî PKKyê ku xwe dispêrin pişta wan ew ê tiştekî nikaribin bi dest bixin.”

Her weke ku  tê zanîn Eşîreta Tataran ê ku di wan rojên borî de xwarin dabû esker û polêsan ji teref çapemeniyên ku nêzî PKKê ne ve hatibûn hedef nîşandan û dûvre êrîşa çekdarî li dijî Eşîra Tataran hatibûn kirin ku di êrîşa PKKyiyan de biraziyê Serokê Eşîra Tataran Arslan  Tatar  jiyana xwe ji dest dabû.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir