• DOLAR 32.492
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2441.56
  • ...
Wesayît teqle avêt: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hezexa Şernexê wesayîta ku ji rê derket teqle avêt. Di encama teqleavêtinê de ajovan û pîreka wî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin qeza li ser Rêbeja Hezex-Midyadê pêk hat. Wesayîta ku pleqeya wê 38 LS 827 bû kontrola xwe winda kir û ji rê derket. Wesayît piştî ku ji rê derket teqle avêt. Di encama qezayê de ajovan û pîreka wî birîndar bûn. Her wiha hat ragihandin ku zarokekê jî di wesayîtê de bûye. Lê ji qezayê tu zerarê nedîtiye.

Ji ber qezayê rê ji bo demekê kurt hat asêkirin û birîndaran jî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir