• DOLAR 32.558
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2458.808
  • ...
PKKyiyên ku bayiya silehên nêçîrê şelandin di kamerayan de hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn kesên PKKyî yên çekdar  li Baglara Diyarbekirê di 15ê Adarê de bayiyeke silehên nêçîrê şelandibûn.Vîdyoyên kesên PKKyî yên ku bayiyê şelandina derketin holê.

Di dîmenan de tê dîtin kesên PKKyî bi tevir û balyozan hewl didin derebeya dikanê bişkînin.Kesên PKKyî piştî ku derebeya dikanê şikandin re ketin nava dikana bayiya çekên nêçîrê.Kesên PKKyî yên ku ketine dikanê tevde 4 kes in.Di dîmenan de tê dîtin 4 PKKyiyên ku têketine dikanê ji dikanê bot, kêr û muhîmatan didizin û  dûvre jî ji bûyerê direvin.

 Hat hînbûn  heman bayiya çekên nêçîrê berî niha jî di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de û berî vê çend mehan dîsa hatiye şelandin.

Me di derbarê mijarê de bi xwedîyên dikanên çekên nêçîrê re hevpeyvînekê kir. Di hevpeyvîna ku me kir de xwedîyê dikanan  diyarkirin di nava 2 salên dawî de kesên PKKyî gelek dikanên çekên nêçîrê şelandine û ew balan kişandina li ser pirsgirêka ewlehiyê.

Kesên xwedîyê  bayiyên çekên nêçîrê di derbarê mijarê de her wiha diyar kirin ku ew di derbarê vê mijarê de bi Midûrtiya Ewlehiya Diyarbekirê re civîn kirine û di vê civînê de ji teref ewlehiyê ve ji bona dema ku bûyer derketin xeberê bidin wan nimreya telefonê hatiye dayîn, lê her çiqas xwediyên dikanan dema ku dikanên wan hatibin şelandin xeber dabine wan jî tu polês nehatine cihê şelandinê.

Di bûyerên 6-7ê cotmehê de jî bayiyên çekên nêçîrê hatibûn şelandin

Ji rexê din ve hêj nayê zanîn bi van çekên ku hatine dizîn çi cûr çalakî hatine lidarxistin.Ji rexê din ve her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmehê de jî dikan hatibûn şelandin ku pişt re derket holê ev şelandin ji teref PKKyiyan ve hatine kirin û ev çekên ku hatibûn dizîn jî di bûyeran de hatibûn bikaranîn.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir