• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Erbîlê konferansa Bedîuzeman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bername bi beşdarbûna Saziya Fetwaya Iraqê, Yekitiya Aliman a Bakura Iraqê, alimên ku ji herêmên cûda yên Iraqê, endamên akademiyê û de’wetvanan pêk hat. Di bernamê de tevgera îmanê ya ku ji teref Bedîuzeman Se’îd Nûrsî ve hatibû destpêkirin hat tehqîqkirin û li ser vê mijarê bi şiklekî hûrgilî hat sekinandin.

Ji ber ku ev konferans cara ewil li Iraqê kesên xwedî hişmendiyên cûr bi cûr anî cemhev gelek girîng bû.

Di konferansê de di derbarê mijarên wek “Îmam Nûrsî, Jiyan û Tekoşîna wî” , “Gor Nûrsî Îhyaya Îmanê: Teorî û Pratîk” , “Îmam Nûrsî û Di Bergeha Ayetên Kevnî de Îhyaya Îmanê” , “Têkiliya Rîsale-î Nûrê ya bi Qur’ana Pîroz re” , “Di vê zemanê de dî îhyaya Îmanê de rêbaz û teklif” de niştin pêk hat.

Di konferansê de hat destnîşankirin ku Bedîuzeman di qernekê berê de jiyaye û di wê wextê de wî pirsgirêkên wê dewrê ya Alema Îslamê tê de bû dîtiye û ji vê yekê re wek çareserî reçeteyan nivîsandiye.  Ji ber vê yekê divê ku mirov ji her wextê zêdetir ji bo fêmkirina Ustad hewl bide.

Her wiha di konferansê de bal hat kişandin ku Ustad wiha diyar kiriye: “Dijminên me cehalet, zeruret û Îxtîlaf in. Li dijî van 3 dijminan dê em bi çekên huner, me’rîfet û itifaqê cîhadê bikin.”

Ji Tirkiyê jî gelek mêvan beşdarê vê bernamê bûn. Her wiha piştî bernamê berhemên Rîsale-î Nûrê li beşdaran hat belavkirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir