• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xizmên Ferhat Aliyê ehlê Sûrî Axivîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ferhat Alî Seyrekê 12 salî yê ku ji ber şerê navxweyî ya Sûrî bi malbata xwe re koçê Tirkiyê kiribû û li Entabê sitirîbû ji bo ku ji aliyê aborî ve piştgirî bide malbata xwe li cem temîrger dixebitiya. Ferhat Alî 2 roj berê ji teref Cengîz Pyê ku nû ji girtîgehê derketibû ve ji bo 250 lîre bi şiklekî wehşîyane hatibû ketilkirin.

Muhammed Îsayê kurxaltiyê Ferhat Alî û Mehmet Demîrê hosteyê Ferhat Alî di derbarê vê bûyera wehşiyane de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîn.

Bavê Ferhat Aliyî ji ber ku pirr xemgîn û kovandar bû nekarî biaxive bes xwest ku kujerê lawê wî were girtin.

 “Em hêvîdar in ku cezayê vê şexsê bi şiklekî giran were dayîn”

Muhammed Îsayê kurxaltiyê Ferhat Aliyî ji vê qetlê re bi tûndî bertek nîşan da. Dûvre wiha axivî: “Ferhat lawê malbata 10 kesî bû. Mixabin hat qetilkirin. Em hêvîdar in ku cezayê vê şexsê bi şiklekî giran were dayîn. Înşaellah di derbarê vê yekê de çi hewce dike dê dewlet bike. Malbata Ferhatî di rewşekê xirab de ye. Dema ku me vê bûyerê bihîst em pir heyirîn. Zarokekê çawa bi vê şiklê tê qetilkirin? Dema ku me vê bûyera wehşîyane bihîst çawa ku ava sar bi canê mirov dikin em wisa cemidîn. Herkes ji bo vê bûyerê xemgîn bû. Ez guman dikim hemî kesên wekê me ji vê yekê re şewitî. Hemî kes bi me re heman hestyarê jiya.”

 “Ferhat, zarokekê gelek biedeb, zîrek, hirmetkar bû”

Demîr destnîşan kir ku Ferhat Alî zarokekê gelek biedeb, zîrek, hirmetkar bû. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Nêzê 2 salan cem min xebitî. Dûvre cem min derket çû cem hevalekê min yê din. Di derbarê bûyerê de jî; dema ku ez roja şemî çûm cem wan e wan xwarina nîvro dixwarin. Di derdora saet 17.30an de ez çûm gund. Dema ku ez çûm gund j imin re xeber hat. Hosteyê wî çûye derekê din. Mişteriyekî Sûrî ji bo ku 250 lîre bide hosteyê wê perê emanetê Ferhat Aliyê kiriye. Kujer jî vê yekê dîtiye. Hatiye dikanê gelek lê xistiye. Dûvre wî biriye qedemgehê situyê wî jê kiriye. Piştî vê yekê gelek li Ferhatê geriyane. Dema ku li qedemgehê mêze kirine Ferhat wek ser jê kirî li wir dîtine.” (ÎLKHA)



 











Bu haberler de ilginizi çekebilir