• DOLAR 32.496
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2421.8
  • ...
Ji ber şiliyê gund  di bin avê de man
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Hezenxa Şernexê ji ber baranê hinek gundên hawîrdor di bin avê de man. Her wiha gundiyan diyar kirin ku nêzê 30 sal in şiliyekê wiha nedîtine.

Hat dîtin ku di hinek gundan de mal û axur di bin avê de mane. Navenda Tendirustiya Malbatan a Gundê Xirabêripin ya ku li kêleka çem e jî di bin avê de maye.

Ava lehiyê ji gewda dîwarên hewşên avahiyan borî. Gundî jî ji bo ku ev ava lehiyê ya ku di hewşan de civiyaye biherike derve dîwaran şikandin.

Ji ber vê şiliyê di Gundê Xirabêripin de zirarê madî çêbû. Her wiha hat ragihandin ku tu kesî nemiriye. Hêj jî şilî didome. (ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir