• DOLAR 32.45
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2441.104
  • ...
PKK, mixtarê taxê qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser Rêbeja Siwêreg-Wîranşarê di derdora Gundê Munutê de teqemeniya ku hatibû bicî kirin hat înfilaq kirin.

Di encama înfilaqkirinê de 3 leşker birîndar bûn. Piştî vê yekê êrîşker ji ciyê bûyerê revîn. Êrîşkerên ku hat diyarkirin PKKyî ne di derdora Gundê Xirbêzerê de xwestine ku wesayîta mixtarê taxê yê bi navê Îbrahîm Înco xesb bikin. Ji ber ku mixtar li ber vê yekê rabiye PKKyiyan gule lê reşand û ji ciyê bûyerê reviyan.

Piştî agahdar kirinê dema ku cendirme hat wir dît ku mixtar wek kuştî li erdê bû. Piştî bûyerê li hawîrdor operasyon dest pê kir. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir