• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Xerabeya Çinarê Mewlûda Pîrozê hat pîrozkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bona bernamê ji serê şeveqê ve dest bi haziriyan hat kirin.Gelek temsîlkarên STKyan, alim û rîspiyên heremê û gelek kesên din beşdarî bernameya Mewlûdê bûn.Bernamê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi xwendina Mewlûda Şerîf berdewam kir.

“Dema meha nîsanê tê gotin êdî Hz. Muhammed tê bîran”

Di bernameya Mewlûdê de Mela Mûnîr Şanli axavtinek kir .Şanli di axavtina ku kir de di derbarê sedema xuluqandina însan û di derbarê girîngîya jiyana însanan û armanaca jiyana wan de axavtinek kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema meha nîsanê tê gotin êdî Hz. Muhammed tê bîran.”

Şanli di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed doza xwe bi rihetî nikaribû bibêje, dema ku ew doza xwe ji derdora xwe re dianî ziman rasta gelek astengiyan dihat û gelek zehmetî û tehdayî jê re dihat dayîn.

Şanli di dawiya axavtina xwe de diyar kir jin bi Îslamê bûne xwediyê qedr û qiymeta rastî.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir