Esker û polêsek jiyana xwe ji dest da
Li Nisêbînê esker û polêsek jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdîna ku ev bû 14 roj lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin di operasyonên ku berdewam dikin de esker û polêsek jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di operasyonên ku li Taxên Dîcle û Firatê berdewam dikin pevçûn derket.Di pevçûna ku derket de esker û polêsek birîndar bûn. Polês û eskerê ku birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)