Ji Wezareta Karên Derve di derbarê otela ku li Hewlêrê şewitî de daxuyanî
Wezareta Karên Derve di derbarê otela ku li bajêra Hewlêra Herema Kurdistanê şewitî de daxuyanî da.
Duh êvarî li Hewlêra peytaxta Herema Kurdistanê di otelekê de şewat derket, li gor agahiyên ku hatine wergirtin di şewatê de 17 kes jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di şewata ku di oteleke derketîye de heta niha 17 kes jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de hat çûyîn: “Heta niha tu xeber ji me re ne hatiye ku hemwelatîyê me di wê şewatê de mirine. Geşedanî tên taqîbkirin û ji bona daxwazên Herema Kurdistanê werin temîn kirin hazirî tên kirin.”(ÎLKHA)