Metîn Feyzîoglu li Mêrsînê hat protestokirin
Li Mêrsînê ji teref Baroya Mêrsînê ve semînereke perwerdehîyê hat lidarxistin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê jî beşdarî vê semînerê bû.
Li Mêrsînê ji teref Baroya Mêrsînê ve semînereke perwerdehîyê hat lidarxistin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê jî beşdarî vê semînerê bû.Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Metîn Feyzîoglu di semînerê de axavtina destpêkê kir.Di dema axavtinê de Feyzîoglu di derbarê akademisyenên ku îmze avêtibûn bin danezanê de axavtinek kir.Feyzîoglu ji ber vê axavtina xwe ji teref komek parêzerên ku endamê Komeleya Parêzerên Nûjên ê ku alîgirê HDPê ne ve hat protestokirin.
Feyzîoglu ji ber ku bênavber axavtina wî ji teref koma parêzeran ve dihat birîn ji kursîyê peya bû û axavtina xwe nîvre hişt.
Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî Metîn Feyzîoglu wan akademisyenên ku îmzeya xwe avêtibûn bin danezana bi navê Ji bona Aşîtiyê Însîyatîfa Akademisyenan rexne kiribû.(ÎLKHA)