Hevdîtinên Cenevreyê hatin taloqkirin
Hevdîtinên Cenevreyê yên ku ew ê îro dest pê kiribana hatin taloqkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin komên muxalif ji ber ku şertên wan ên rakirina dorpêça herema Madyayê û heremên din ên ku ji teref eskerên rejîmê ve hatine dorpêçkirin û serbestberdana mahkûmên siyasî nehatine qebûlkirin rûniştina masayê qebûl nekirin.Ji ber vê yekê civîna ku wê îro dest pê kiribana hat taloqkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Temsîlkarê Taybet a YNyê De Mîstura hatiye kirin hevdîtin taloqî 2ê Sibatê hatine kirin.(ÎLKHA)