• DOLAR 32.488
  • EURO 34.717
  • ALTIN 2407.024
  • ...
Li Nisêbînê dê operasyon dest pê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûnelên ku ji teref PKK/PYDê ve di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tên kolan xelkê dilnerihet dike. Dewlet tenê rewşê temaşa dike ku ev yek jî balan dikşîne li ser xwe. Her wiha çavdêr jî di derbarê mijarê de diyar dikin wê li navçê operasyoneke mezin dest pê bike.

Çalên ku ji teref PKKê ve hatine vedan û barîkatên ku hatine danîn li Nisêbînê jiyan sekinand. Tê îddîakirin di wan çalên ku hatine vedan û barîkatên ku hatine danîn de nêzî 7 ton teqemenî hatine bicîkirin.

Çekên ji Rûsyayê  ji PYDê re tên di tûnelan de dikşînin Tirkiyê

Her weke ku tê zanîn Taxa Zeynelabîdîna Nisêbînê ji bajêra Qamişloyê re taxa herî nêz e ku ev yek jî balan dikşîne li ser xwe.Di wan mehên borî de li  taxê dest bi kolana çalan û danîna barîkatan hatibû kirin.Tê diyarkirin ji rexekî ve kesên PKKyî li  taxê çalan vedidin û barîkatan dideynin û ji rexê din ve jî kesên PYDyî jî tûnelên ku derdikevin taxê dikolin.Tê diyarkirin ji van tûnelên ku tên kolan ji teref PYDê ve ew çekên ku ji teref Rûsyayê ve ji wan re hatine dayîn derbasî Nisêbînê dikin û ev çek jî  ji teref PKKê ve li Nisêbîn, Kerboran , Dêrik, Farqîn ,Cizîr, Silopî û cihên din tên bikaranîn.

Sîxurê Rûsyayê hatibû girtin

Tê îddîakirin ji xeynî çekan her wiha kesên YPGyî jî ji tûnelan derbas dibin. Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî sîxurekî Rûsyayê yê ku hemwelatîyê DYEyê ye ji ber ku têkilya wî bi PKKê re hebû li navçê hatibû binçavkirin û piştî ku îfade dabû re wî derxistibûn derveyê sînor.

Tê diyarkirin li navçê di navbera malên ku li taxê ne de tûnel hatine kolan, li navçê nêzî 250 PKKyî hene û muhîmat û çekên ku ji terefê Qamişloyê bi rêya tûnelan hatine navçê di malan de depo dikin.(ÎLKHA)

 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir