• DOLAR 32.489
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2441.803
  • ...
Xelkê Surê koç dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

58 roj in ku li Sura Amedê qedexeya derketina derve didome. Hat ragihandin PKKyî di taxên ku qedexeya derketina derve tuneye de jî berîqat saz kirine û kort vedane. Ji ber vê yekê xelkê Surê ji nû ve dest bi koç kirinê kir.

Hat ragihandin ku PKKyî di taxên Alîpaşa û Lalebey de ji êvarê ve dest bi sazkirina berîqet û vedana çalan kirine. Lê di gel vê yekê polêsan midaxaleya vê yekê nekirine. Dema ki bûye sibe polêsan bi anonsan bang li gel kirine da ku gel ji van taxan derkevin.

Xelkê ku li Surê dijî bi hewcedariyê xweyên rojane û zarokên xwe ve dest bi derketina ji navçeyê kir.

Hat dîtin ku pîrek bi şiklekî kelegirî derdiketin û her wiha pîrekên pîr yên ku nexweş bûn jî ji teref kesên hawîrdor ve hatin piştkirin û ji navçeyê hatin derxistin.

Ji mexdûran Necla Akinciya ku xwediyê 4 zarokan e diyar kir ku mêrê wê di girtîgehê de ye û tu der tune ku biçe li wir bisitire.

“Me dev ji mala xwe berda tu der tune ku ez bisitirim”

Necla Akinci diyar kir ku naxwezin ji mala xwe derkevin lê ji teref PKKê ve bi şiklekî zorî hatine derxistin. Dûvre Akinci axavtina xwe wiha domand: “Ez di kirê de me. Zilamê min di girtîgehê de ye. Ez bi her 4 zarokên xwe ve biçim likû? Zarokên me perîşan bûn. Kesên ku berîqatan saz kirin û çalan vedan gotin me ji vir derkevin. Nehêştin ku em taştêya xwe jî bixwin. Min bes karî ku ez kincên zarokên xwe hilînim. Ez dê biçim Baglarê. Kî dê min û 4 zarokên min qebûl bike? Me dev ji mala xwe berda tu der tune ku ez bisitirim.”

Ji ber ku midaxaleya PKKyiyên ku kort vedidin nakin bertek hat nîşandan

Davut Oktay ji ber ku polêsan midaxaleya PKKyiyên ku kort vedan nekirin bertek nîşanda. Oktay dûvre axavtina xwe wiha domand: “Gel feqîr, belengaz û mezlûm e. Berik berdidin û dûvre dikevin kolanan. Ewlehî jî derdikeve ser cadeyan. Gelo dê gel çi bike? Bi şiklekî zanîn vê yekê dikin. Dewlet çawa nabîne ku rê tên girtin? Li ser bajarê Amedê lîstik tê lîstin. Tu derê gel tune ku bisitire. Di vê demsala zivistanê de ev yek sefaletî ye.”

 “Ev lîstika her dua aliyan e, çi dibe bi gel dibe”

Oktay diyar kir ku li ser bajarê Amedê lîstik tê lîstin. Dûvre Oktay wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek lîstikek e ku li ser bajarê Amedê tê lîstin. Li tu derê dinyayê tiştek wiha tuneye. Di navenda demsala zivistanê de gel ji mal, milk û avahiyên wan dikin û wan ji avahiyên wan derdixin. Ev lîstika her dua aliyan e, çi dibe bi gel dibe. Ev zalimî ye dîktatoriye.”

 “Mafê Kurdan wiha diparêzin?”

Mustafa Dereciyê ku dayîka xwe ya 95 salî ye û her wiha ketandî ye ji Surê derxist wiha destnîşan kir: “Ez dê dayîka xwe bibim cem qîza xwe. çareyekê din tune. Hemî taxî derketin. Em jî ji tirsan derketin. Mafê Kurdan wiha diparêzin?”

 “Ev yek dê heta likû bidome?”

Pîrekekê jî bi şiklekî kelegirî diyar kir ‘Ev yek dê heta likû bidome?’ Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ji me re gotin vir vala bikin. Wellahî me hêj taştê jî nexwariye. Êdî wiha nabe. Taxa me jî dê wekê taxên din bibe. Bila ji vê yekê re çareyekê bibînin. Ev yek dê heta likû bidome?” (ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir