• DOLAR 32.469
  • EURO 34.822
  • ALTIN 2445.527
  • ...
Ji teref Îkra-Derê ve ji nexweşan re xelat hat belavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleya Îkra-Derê ya Siwêrekê ji ber alîkariyê xwe yên civakî, çandî, perwerdehî û alîkariyê tê nasîn li Siwêrekê îmza avêt fealiyetekê nû.

Îkra-Der, li hemî nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê 100 Qur’ana Pîroz, 100 cilên nimêjê û 90 heb oqên qibleyê belav kir.

Ji teref endamên komelê ve tîmên ku ji 8 kesan pêk dihat doh bişev xeynî kesên ku di beşa acîlê de ne li hemî odeyên taybet ên bi nivîn Qur’ana Pîroz, cila nimêjê û oqa Qibleyê hat belav kirin. Ji ber ziyareta hanê watedar nexweş û xizmên nexweşan ji Îkra-Derê re teşekûr kirin û diyar kirin ku ev xelat pir manîdar e.

Endamê Lijneya Rêvebirê ya Îkra-Derê Huseyîn Şeker jî diyar kir ku armanca wan ew e nexweş û xizmên nexweşan di rojên wiha de bi şiklekê hêsan îbadetên xwe pêk bînin. Ji ber vê yekê wan wek komele vê xelatê li nexweşan belav kirine.

Dûvre Şeker axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ku em vê xelatê belav bikin 10 roj berê em li serbijîşkê nexweşxanê Bahaddîn Durak û midûrê nexweşxanê Huseyîn Onculî şêwirîn. Dema ku me bersiva erênî ji wan hilanî me dest bi karên xwe kirin. Me bi alîkariyên xêrxwazan hewcedariyên xwe temîn kirin. Îşev jî me bi tîmên xwe yên ku ji 8 kesan pêk dihatin xelatên xwe belav kir. Em bawer dikin dema ku însan di rewşa herî astengdar de jî bibe wextê ku nexweş îbadetên xwe pêk tîne him ji bo vê dinê him jî ji bo axîretê herî baş e. Me diayên nexweş û xizmên nexweşan sitand. Ji ber ku destûr dane me em di serî de ji rêvebirên nexweşxaneyê dûvre ji xêrxwazan re teşekûr dikin.

Xizmê nexweşek Şeyhmus Simak jî diyar kir ku ji vê yê pir kêfxweş bûne. Dûvre Simak axavtina xwe wiha domand: “Xwedê Teala xêra wan qebûl bike. Ev xizmet ji bo nexweşan pêwîst bû. Xwedê Teala ji kesên ku bûne wesîla vê yekê razî bibe.” (ÎLKHA)

 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir