• DOLAR 32.471
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2441.74
  • ...
Li Sûra ku qedexe lê hat berfirehkirin xelk koç dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Amedê ev bû 57 roj ku qedexeya derketina derve berdewam dike.Li navçê ji ber ku kesên PKKyî li taxên ku lê qedexe tunebûn çal vedan û barîkat danîn qedexeya derketina derve li navçeya Sûra Amedê hat berfirehkirin.Hat hînbûn kesên PKKyî di wextên êvarî de li taxên Alîpaşa û Lalabeyê dest bi kolana çalan û danîna barîkatan kirine.Polêsên ku ji van PKKyîyan re mudaxele nekirine di wextên şeveqê de bi anonsan hewl dane xelkê ji navçê derînin.

Xelkê Sûrê yên ku li gor quweta xwe tiştinan hildigirtin ba xwe digel zarokên xwe hewl didin navçê biterikenin.Hat dîtin çend pîrekên ku hewldidan navçê biterikenin digiriyan û dapîrên ku nikaribûn birêve biçin li ser pişta naskirîyên xwe hewl didin ji navçê koç bikin.

Necla Akinciya dêya 4 zarokan a ku mecbûr mabû ji navçê koç bike di derbarê mijarê de diyar kir ew mexdûr bûne û tu cihê ku ew biçinê tune ye.

 “Me mala xwe terk kir a niha jî tu cihê ku em lê razin tune ye”

Akinci diyar kir kesên PKKyî yên ku li taxa wan çalan vedidin ji wê xwestine ku mala xwe terk bike  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di kirê de me û mêrê min di girtîgehê de ye. Ez ê digel 4 zarokên xwe karibim biçim kû derê? Zarokên min perîşan bûn. Kesên ku xendekan dikolin ji me xwestin ku em malên xwe terk bikin. Min xwest rajime çend tiştan ji wê re jî destûr nedan. Min tenê cilên zarokên xwe hilgirt. Ez ê a niha biçim Baglarê, ew ê kî min û digel 4 zarokên min qebûl bike? Me dev ji mala xwe berda û niha jî tu cihê ku em serê xwe bixine tune ye.”

Ji ber nekirina mudaxele ji polêsan re bertek hat nîşan dan

Hemwelatiyê bi navê Davut Oktay ji ber ku polêsan ji PKKyiyên ku çal vedane re mudaxele nekirine bertek nîşan da  û wiha axivî: “Xelk feqîr û mezlûm e. Çekan diberdin û xwe berdidin sikakan.Emnîyet jî xwe berdide kolanan. Însan ew ê çi bikin? Bizanabûn vê yekê dikin. Rê digirin û dewlet vê çawa nabîne? Li ser Diyarbekirê lîstik tên lîstin.Ev xelk bawermend e.Tu cihê ku xelk biçiye tune ye.”

 “Ev lîstika her 2 terefa ye û tiştê ku dibe tê serê xelkê feqîr”

Oktay di berdewama axavtina xwe de diyar kir lîstikeke mezin li ser Diyarbekirê tê lîstin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev tişt lîstikek e ku li ser Diyarbekirê tê lîstin.Ev tişt tu welatê dinyayê tune ye. Di nîvê zivistanê de berdidin xelkê.Ev lîstik a her 2 terefa ye.Tiştê ku dibe li xelkê dibe. Ev zalimtî ye, diktatortî ye.”

“Bi vî awayî mafên Kurdan diparêzin?”

Mustafa Derecîyê ku dêya xwe 95 salî li ser pişta xwe kiribû û hewl dida navçê terk bike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez ê dêya xwe bibim mala qîza xwe. Tu çarekî din tune ye. Temamê nîştecihan taxê terikandin, em jî tirsiyan û taxê terk kir. Gelo mafên Kurdan bi vî awayî tên parastin?”

Pîrekeke pîr jî bi kelegirî gazin kir û diyar kir ew ê ev yek heta kengî berdewam bike.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir