Bi hesrata lawê xwe çû rehma Xwedê
Bavê Yahya Mirzaogluyê ku ev bû 23 sal ji ber nasnameya xwe Îslamî hatiye girtin û di girtîhê de ye bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê.
Muhammed Mîrzaogluyê ku ev bû 23 sal hesreta lawê xwe dikşîne krîza qelb derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Yahya Mîrzaohluyê ku di sala 1993an de ji ber nasnameya xwe Îslamî hat girtin û bi rojan di îşkenceyan de ma û dûvre bi hinceta endambûna Cemaeta Hîzbullah hat girtin.Ev bû 23 sal ku Yahya Mîrzaoglu di girtîgehê de ye. Muhammed Mîrzaogluyê ku bavê Yahyayî ye bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê.
Cenazeya Muhammed Mîrzaoglu piştî muameleyên otopsiyê li navçeya Exîla Diyarbekirê spartin axê.Cihê şînê li Şîngeha Exîlîyan ya navçeya Baglarê hat vekirin.
“ Bavê min êdî ji ber hesrata birayê min nema îdare kir”
Îlyas Mîrzaogluyê ku birayê Yahyayî ye di derbarê rewşa bavê xwe de diyar kir ev bû çendîn sal ku him çavên bavê wî him jî yên dêya wî li rêya Yahyayî bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min Yahya ji ber ku li mizgeftê dersa Qur’anê dida hat girtin.Gelek îşkence û ta’dayî lê hatin kirin û cezaya muebbetê dane.Ev yek ji bav û dêya min gelek zor hat. Ev bû 23 sal ku di nava vê hesretê de ne. Zilmên ku li birayên min hatin kirin gelek zehmetî da dê û bavê min. Ji ber vê yekê nexweş ketin. Dêya min bi êşa qanserê bavê min jî bi êşa qelb ket. Bavê min êdî ji hesreta birayê min nema îdare kir û jiyana xwe ji dest da.”
Ji Yahya Mîrzaoglu re ji bona beşdarbûna taziyê destûr nayê dayîn
Mîrzaoglu diyar kir ew ji bona ku birayê wî karibe beşdarî şîna bavê xwe bibe muracatî Girtîgeha Tîpa Tyê ya Sîwerekê kirine lê belê ji ber hinceta ewlehîyê nehatîye qebûlkirin dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bavê min gelekî ji lawê min hez dikir.Bavê min êdî nema îdare kir. Lewra gelek zilm lê dihatin kirin ku ev jî li bavê min giran dihatin. Me ji bona ku birayê min karibe beşdarî şîna bavê xwe bibe muracatî Girtîgeha Tîpa Tyê ya Sîwerekê kir, lê belê ji ber hinceta ewlehîyê nehat qebûlkirin.Em ê heta dawiyê heqê xwe bigerin.”
Îlyas Mîrzaoglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir mirina bavê wî ew ê ji dêya wî, Xanima Zekîye re gelekî giran bê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Qet nebe bila destûr were dayîn da ku Yahya karibe beşdarî şîna bavê xwe bibe , qet nebe jî bila destûrê bidin da ku dêya min Yahya bibîne.”(ÎLKHA)