• DOLAR 34.466
  • EURO 36.354
  • ALTIN 2937.523
  • ...
Li Şernexê 162 hezar xwendekar ji perwerdehiyê hatin mehrûm kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navenda Şernex û navçeyên wê de ji ber êrîşên PKKê yên li dibistanan û qedexeya derketina derve bi hezaran xwendekar ji perwerdehiyê bûn. Gor agahiyên hatine bidestxistin di gelemperê bajêr de 162 hezar xwendekar nikarin biçin dibistanê.

Li hinek deran PKK dibistanan wek baregeh bikar tîne, êrîş li dibistanan dike, xwendekar û mamosteyan tehdît dike. Her wiha qedexeya derketina derve didome. Ev jî di gelemperê bajêr de dibin sedema eware bûna perwerdehiyê.

Li gelemperê bajêra Şernexê 7 hezar û 300ê wî bi qadro bi tevahî 8 hezar û 500 mamoste/mamosta di 645 dibistanan de wezîfedar in. Li Cizîr û Sîlopiyê 33ê roj e ku  di 172 dibistanan de perwerdehî nayê dîtin. Ji ber vê yekê di gelemperê bajêr de 162 hezar xwendekar nikarin biçin dibistanê.

Hat ragihandin ku li navçeyên Cizîrê û Sîlopiyê de gelek dibistan zirarê dîtine û her wiha di van her dû navçeyên ku qedexeya derketina derve didome de xisarên ku di saziyên perwerdehiyê çêbûne de dê dûvre werin tespît kirin.

Di 6 mehên herî dawî de li saziyên perwerdehiyê bi tevahî 32 êrîş li dibistanên ku li Îdîl, Uludere, Guçlukonak û Beytûşebabê ne hatiye kirin. Di gel tehdîtan 4 hezar 900 mamoste/ mamosta di van dibistanan de wezîfedariya xwe pêk tînin. Her wiha di gelemperê bajêr de ji 82 hezar xwendekaran pirraniya wê ji ber ku PKK wan tehdît dike nikarin biçin dibistanê.  

“PKKyiyan molotof avêtin dibistanan, ji ber vê yekê ev dibistan nayên bikar anîn”

Wek gelek dibistanan li Cizîrê  li Dibistana Hevotina Pêşîn ê Ahmet El Cezîre û Amadehiya Anatolê yê Ataturkê roja ku operasyon destpê kirine heta îro çendîn car êrîşên roketî ji teref PKKê ve hatine kirin. Her wiha PKK dibistanan wek baregeh bikar anî. Ev yek jî gelek zirarê da van dibistanan. Dibistanên ku ji nû ve hatine temîr kirin û xwendevan tê de perwerdehiyê dibînin ji nû ve dibin hedefa êrîşên PKKê.
 

“Li 32 dibistanan êrîşên bombeyî hatin kirin”

Gor gahiyên ku ji rêvebirên Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr li 9 dibistanên li navenda Şernex û li 21 saziyên perwerdehiyên ku li Îdîl, Guçlukonak, Uludere û Beytuşebabê ne êrîş hatin kirin.

Her wiha hat ragihandin ku nêzê 20  mamoste/mamosta û xwendekar ji teref PKK ve bi zora çekan ve hatine tehdît kirin û ji dibistanê hatine derxistin da ku neyên dibistanê.

Li navenda şernexê di 25ê berfanbara 2015an de dema ku 30 xwendekar di Pirtûkxaneyê Midûrtiya Çand û Tûrîzmê de perwerdehî didîtin PKKyî hewl dabûn ku wan bişewitînin. Di encama vê yekê de 2yê wî giran bi tevahî 6 xwendekar birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

 

 

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir