Li Sîlopiyê teqemeniyên ku tên bi dest xistin tên îmha kirin
Teqemeniyên ku li Sîlopiya Şernexê tên bi dest xistin bi şiklekê kontrolkirî tên îmha kirin.
Hat ragihandin di bergeha operasyonên li Sîlopiya ku qedexeya derketina derve didome de teqemeniyên ku tên bidest xistin bi şilekê kontrolkirî tên îmha kirin.
Bi taybet pevçûnên tûndî li taxên Şehît Harun Boy, Barbaros û Karşiyakayê diqewimin. Hat ragihandin ku di van taxan de bi dedektoran li kolan, cade û malan lêgerîn tên kirin.
Hat ragihandin di dema lêgerînê de gelek teqemenî, roket, bombe, çek, berik û cebilxane hatine bidestxistin.
Polês dest datinin ser çekên ku tên bidestxistin û teqemeniyên ku tên bidestxistin jî bi şilekê kontrolkirî tên îmha kirin. (ÎLKHA)