• DOLAR 34.485
  • EURO 36.577
  • ALTIN 2922.233
  • ...
 "Pevçûn bes xelkê herêm mexdûr dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajêra Amedê Burhan Îşlîyen Îşlîyen pêvajoya pevçûnê ya li herêm diqewime nirxand û bal kişand ji bo ku dawî li pevçûnên herêm were pêwîst e ku zimanekê hevpar were bikaranîn. Her wiha Îşlîyen destnîşan kir ev şerên ku li herêm diqewimin bes zirarê dide gelê herêm.

Îşleyen diyar kir ji bo însan fikr û ramanên xwe diyar bike  Xwedê Teala hûş, fêm kirin û zimên daye însanê. Îşleyen bal kişand ser ayeta “Me vê emanetê da erd û ezman. Erd û ezman vê barê hilnedan. Wê barê însan hilda.” û her wiha Îşlîyen destnîşan kir emaneta ku Xwedê Teala daye însan aqil e.

Îşlîyen belav kir pêwîst e ku pirsgirêk bi şiklekî biratî û aşitiyê were çareser kirin. Dûvre Îşlîyen axavtina xwe wiha domand: “Aqlê me, zimanê me, derfetên me, STKyên me saziyê me yên sîyasî hene. Ne hewceye ku mirov li hev bide.”

Îşlîyen destnîşan kir pêwîst e ku ev hawîra pevçûnî demildest were rawestandin. Îşleyen axavtina xwe wiha domand: “Ciwanên me yên wek filîz ji ber pevçûnan dimirin. Pêwîst e ku ev ciwan bijîn lê wan mehkûmê van kuştinan kirin e.”

 “Pêwîst e ku rêbaza me diyalog bibe”

Îşlîyen diyar kir heta dawî li vê  hawîra tûndî neyê mimkûn nînin ku civak aramiyê bidîne. Îşlîyen wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê pêwîst e ku rêbaza me diyalog bibe. Divê ku rêbaza me nivîsandin bibe. Îqna kirin bibe. Xeynê vê yekê hemû metodên din çewt in.” (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir