Ji STKyên ku alîkariya gelê Surê dikin re piştgirî
Li Amedê ji teref STKyan ve qampenyeya 'Em Ji Mihacirên Surê re bibin Ensar' hatibû destpêkirin, di vê bergehê de Memur-Sen 10 TIRên zexîreyê gihand malbatên niyazmend ên Surê.
Konfederasyona Sendîqeyên Memuran (Memur-Sen) piştgirî da qempenyeya ku bi navê ‘Em Ji Mihacirên Surê re bibin Ensar’ ê ku ji teref Saziyên Civakiyên Siwîl yên Îslamî ve li Amedê hatibû destpêkirin.
47 roj e ku li navçeya Surê qedexeya derketina derve didome. Ji ber vê yekê ji teref Memur-Senê ve 10 TIRên alîkariya erzaqê li gelê Surê hat belav kirin.
Di dema teslîm kirina TIRên erzaqê yên ji xelkê Surê re Serokê Giştî ya Memur-Senê Alî Yalçin diyar kir pêwîst e ku ji bo paşerojekê yekitî û biratiyê tekoşîn were kirin.
Yalçin diyar kir di derbarê alîkariyê de pêşbazî kirina bi gelê herêm re ne hêsan e. Dûvre Yalçin axavtina xwe wiha domand: “Wek malbata Memur-Senê ji bo gihandina 10 TIRên alîkariyê em li virin. Di derbarê alîkariyê de pêşbazî kirina bi gelê herêm re ne hêsan e. Di vê welatê ku wek welatê Pêxemberan tê nasîn de em bawerin ku dê birayê me yên dilşikestî dê vê xelatê qebûl bikin. Bi hêviya bajêrekê xweş, aramîtir, yê ku bê teror, bê berîqet, bê wesayet, bê kuştin e. Ez ji we hemûyan re teşekûr dikim.”
“Gelê Amedê her cûr qenciyê heq dike”
Yalçin destnîşan kir ku di serî de Amed, Şernex, Colemêrg û Mêrdîn gelê vê herêmê vê kul û derdê heq nake. Dûvre Yalçin axavtina xwe wiha domand: “Li ku derd, keder, mexdûriyet, mezlûm û belengaz hebin gelê Amedê diçin wir. Li Enqerê şîn û girîn hebû, xelkê Amedê li wir bû. Li Filîstînê hezn hebû gelê Amedê çû wir. Li Sûrî wehşet hebû, gelê Mêrdîn, Şernex û Amedê malên xwe ji malbatên Sûrî re vekir. Îro jî em ji bo gelê xwe yê Diyarbekirî, Mêrdînî û Şernexî yê ku mexdûr û belengaz bûne em li virin. Gelê Amedê her cûr qenciyê heq dike. Mêrdîn, Şernex, Wan, Bedlîs û Çewlîg herî kêm wek Parîs, Berlîn, Enqere û Stenbol heq dike.”
Recep Îdîkut jî li ser navê Saziyên Ciwakiya Siwîl yên Îslamî axivî û ji bo ku Memur-Sen alîkariya gel kir ji Saziyên Ciwakiya Siwîl yên Îslamî re teşekûr kir.
“Me wek Saziyên Ciwakiya Siwîl alîkariya gel kir”
Îdîkut diyar kir kesên ku bûne sedema mexdûriyeta gel tel’în kirin. Dûvre Îdîkut axavtina xwe wiha domand: “Wek Saziyên Ciwakiya Siwîl kesên ku ji derve tên û gelê Sûrê mexdûr dikin û her wiha li gel zilm dikin em wan tel’în dikin. Ji aliyekê din ve em ji Memur-Sen û ÎHHyê re teşekûr dikin ku wan alîkariyên xwe gihandin me.” (ÎLKHA)