Ji Edîp Gumuş peyama 17ê Çileyê
Rehberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş di derbarê damezrînerê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîogluyê ku di 17ê Çileya 2000an de li Stenbolê di malekê de hatibû qetilkirin de peyamek weşand.
Ji ber salvegera 16emîn a şehadeta Rehberê Cemaeta Hîzîbûllah Huseyîn Velîoglu ji teref Rehberê a niha yê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş ve peyamek hat weşandin.
Peyama ku bi Sûreta Ahzabê ‘Gelek kes hene ahd û soza ku dane Xweda bi cî anîne.Hinekan di vê oxirê de canê xwe dane, hinek jî ji bona dayîna canê xwe disekinin.Ew kes ahd û sozên xwe qet neguhartine’ destpêdikir û dûvre di peyamê de ev tişt hatin ragihandin: “Ji ber munasebeta 16emîn ê Rehberê me yê Ezîz em wî bi rehmet bi bîr tînin, em digel Ezîz Rehber her wiha ji wan şehîdên din yên ku em navên wan di dua û xebatên xwe de her tim bi bîr tînin re ji Xwede Teala rehmet û mexfîretê teleb dikin.Em îro cardin şahid dibin ku ew fikra wasat û ramanên ku ji teref wan Rehberên me yên ku bi şev û rojan xebitîne û di rêya Îslamê de canê xwe feda kirine ji me re mîras hatiye hiştin çi qas bi qedr û qiymet in.
Edîp Gumuş di berdewama peyama ku weşand de diyar kir Huseyîn Velîoglu bi rûyekî spî bi şehadetê gihaştiye Xwedê û wiha ragihand: “Şehîd Rehber bi xeza mucadele û tekoşînê û bi Cemaeta ku bi fedakarî û bi bedelên giran damizrandiye cardin rêya izzet û vejîn û bi xwe ve hatinê nîşanî me daye û dûvre bi rûyekî spî û him bi şahidî him jî bi şehîdî gihaştiye Rebbê xwe.”
“Ji ber ku em xwedîye xezeke wesat in barê me giran û berpirsîyarîya me jî mezin e”
Gumuş destnîşan kir Velîoglu xwedîyê xezeke wesat bû û hemû kesên ku ehl kiblê bûn bi biratî qebûl dikir û dûvre wiha pêde çû: “Şehîd Rehber ji xwe re rêya Ashabê Kîram, Selefê Salîhîn û şîrovekirina Sunnet û Qur’anê ya alimên dawetker esas digirt.Rehber bawer dikir heger misliman vê xeza wesat bişopînin ew ê ji zilm û zordarîya dijmin û neyarên xwe xelas bibin.Rehber her tim dersa biratîya dida, Rehber her tim diyar dikir mezheb, meşreb û kom ferq nake her kesê ku ehlê kiblê be birayên hevdu ne û divê ev kesên ehlê kiblê di sînorên derfet û îmkanan de alîkarîya hevdu bikin.Rehber bi vî awayî dersa biratîyê dida. Jixwe ji ber ku em xwedîyê xezeke wesat a bi awayî ne barê me giran û berpirsîyarîya me jî mezin e”
“Kafir bi alîkarîyên hevkarên xwecihî zilmekê mezin li ummetê kirin û pê dan jiyandin”
Muhterem Gumuş di derbarê rewşa misliman a di nava îxtîlafbûnê de jî wiha ragihand: “Di serî de herema me û bi tevahî li coğrafyaya Îslamê bi desîse û hîleyên kafirên emperyalist re rû bi rû maye.Ev kafir bi alîkarîyên hevkarên xwe yên xwecihî zilmeke mezin li ummetê dikin.Misliman jî di nava îxtîlafê de xaniqîne û dijmintîyê bi hevdu re dikin û xwînên hevdu dirjînin ku ev kiryar ji armanca kafirên emperyalist re xizmetê dike.Ev yek digel xwe zafiyet û perîşantîya mislimanan tîne.”
“Muqaddesatên me ji teref neyarên Îslamê ve tên eciqandin, heger em ji vê eciqandinê re nebin asteng em ê tevde her tim di nava zilletê de bimînin”
Gumuş diyar kir heger ummeta Îslamê di xalên muşterek û hevpar de li hev necive û li hevdu xwedî dernekeve wê demê ew ê ev rewşa zilletê berdewam bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her yek ji wan hareketên Îslamî, kesên xwedî gotinê, kesên rayedar û kesên ku di çavê ummetê de îdarevan in divê bi têgihiştina ‘Tenê rêya min rast e ‘ tevnegerin.Lewra ev fikr pirsgirekê mezintir dike û dibe sedema fitnê.Heger em misliman ji bona vê rewşa nebaş, gavekî neavêjin, gotineke musbet nebêjin, di xalên hevpar de nebin yek û heger em li hevdu xwedî dernekevin û li dijî kesên ku muqaddesatên me dieciqînin nebin yek wicûd wê demê ew ê ev rewşa me ya zilletê berdewam bike.”
“ Pêwîst e ku em bi zimanê xwe heta bi qelbê xwe meylî wan kesên ku xwîna hevdu dirjînin nekin da ku Rebbê me ji vê gunaha ku tê kirin re me neke şirîk”
Gumuş di peyamê de tewsîye kir da ku meyil li wan mislimanên ku xwîna hevdu dirjînin neye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di heyam û dorhêleke wiha de divê ev duaya: ‘Rebbê me! Tu xwîna me bi mislimanan û xwîna wan jî bi me nede rijandin’ him di warê emel û pratîkê de xwe nîşan bide û him jî divê em bi ziman û qelbê xwe meylî wan kesên ku xwîna hevdu dirjînin nekin da ku Xwedê Teala me ji vê gunehê re neke şirîk. ‘Ya Rabbî! Tu bike nesîb ku misliman xwîna hevdu nerjînin û bibin yek û mislimanan bi temamê hêz û quwetên xwe berê xwe bidin kafiran û ji bona vê yekê Tu esbaban amade bikî.”
“Tu pêwendîya madî ji bona birayên me yên ku ji bona hidayeta însanan dixebitin divê nebin bend û zincîr”
Muhterem Gumuş di dawîya peyamê de destnîşan kir ji bona ku misliman karibin ji vê halê eza û cefayê xelas bibin divê zêdetir xebat were kirin û wiha dawî li peyama xwe anî: “Birayên me ji bona karibin li wê doza ku Rehberên Şehîd di rêya wê de canê xwe feda kirine xwedî derbikevin divê ne sist bin.Divê birayên me îbadetên xwe di nava xuşuyê de eda bikin, divê xwedîyê exlaqekî baş bin, ji bona derdora xwe bibin mînak û divê bi teqwa û adil bin.Divê ew birayên me sînga xwe bidin ber eziyet û cefayan da ku ev xelkê me yê misliman berê xwe bidin Îslamê.Her weke ku tê zanîn wesîle bûyîna hîdayeta kesekî/ê bedelî temamê dinyayê.Hemd ji Xwedê re ku birayên me bi zanabûna vê yekê û bi vê kelecanê dixebitin.Ev lutfekî îlahî ye.Divê birayên me di vê îstîqametê de bi sebat hewldanên xwe bidomînin. Tu pêwendîya madî ji bona birayên me yên ku ji bona hidayeta însanan dixebitin divê nebin bend û zincîr.”(ÎLKHA)