PYD, Rojavayê xist nav aloziyê
Endamê ENKSê Dr. Kawa Ezîzî helwestên PYDyê ya li Rojavayê nirxand û diyar kir ku ji ber sîyaseta PYDyê rewşa Rojavayê roj bi roj xerabtir dibe.
Endamê ENKSê Dr. Kawa Ezîzî helwestên PYDyê ya li Rojavayê nirxand. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Roj bi roj rewşa Rojavayê Kurdistanê xerabtir dibe. PYD her roj biryarekê derdixe ku ev biryar dibe sedema hejarî û derbideriya xelkê sivîl û dibe sedem ku kurd li Rojava zêdetir şerpeze bibin.”
Nirxandina Endamê ENKSê Dr. Kawa Ezîzî ya di malpera KDPê de dide nîşan ku helwesta PYDê ya di derbarê sîyasetê de li Rojavayê çiqas çewt e.
Ezîzî, di derbarê vê yekê de gotarek da. Ezîzî di gotarê de wiha destnîşan kir: “Biryarên ku PYD dide dibe sedema perîşan û belengaziya gel. Ji ber vê yekê PYD gel mexdûr dike.”
“PYD, li bajêr mêr nehêşt”
Ezîzî diyar kir ku PYD bi zorî mêr û zarokan dibe eskerê. Dûvre Ezîzî axavtina xwe wiha domand: “Li Efrînê ji 16 heta 60 salî digirin û wan dibin leşkeriyê. Zilam di bajêr de nehiştine. Jin û zilaman jihev vediqetînin. Her kurdekî Rojava ji Ewropa vedigere da ku malbata xwe bibîne. Ji bo na dîtina malbata xwe divê ku 1000 dolarî bide PYDê dûvre malbata xwe bibîne.”
Ezîzî diyar kir ku li Rojavayê Azadî nemaye. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li Rojavayê Kurdistanê ji ber siyaseta çewt a PYDê ragihandina azad nemaye û endamên ENKSê û PDK-Sê tên girtin û berdewam xelk tên revandin. Rojava di bin siya PYDê de wek Korya Bakur lêhatiye. Endamên me tên girtin yan gefa girtinê li wan tê xwarin.” (ÎLKHA)