"Rayedar naxwazin ev cinayet were çareserkirin"
Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî derket holê ku Cevzet Soysal berî vê 18 salan ji teref polêsan ve hatîye revandin û qetilkirin ku hêj naaşa Cevzet Soysalî derneket holê.Ji ber vê yekê malbata Sosyal bertek ji rewşê re nîşan da.
Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî derket holê ku Cevzet Soysal berî vê 18 salan ji teref polêsan ve hatîye revandin û di bin îşkenceyan de ji teref polêsan ve hatîye qetilkirin ku hêj naaşa Cevzet Soysalî derneket holê. Ji ber vê yekê malbata Sosyal bertek ji rewşê re nîşan da.
Lawê merhum Cevzet Sosyalî di derbarê mijarê de destnîşan kir wî berî niha di derbarê vê meselê de bi Serokwezîr Ahmet Davutoglu re axivîye û Davutoglu di derbarê mijarê de jê re soz daye ku çi ji destên wan bê ew ê bikin, lê belê hêj tu gav nehatine avêtin.
Mucahîd Soysal destnîşan kir derket holê ku bavê wî di sala 1998an de ji teref polêsan ve hatîye revandin û dûvre jî hatîye qetilkirin.Soysal her wiha bi bîr anî ku Sabrî Uzunê ku Serokê Kevin ê Daîreya Îstîxbarata Ewlehîyê ye jî di kitêba xwe ya bi navê ‘În’ê de cih daye vê cinayetê û diyar kir her çiqas kesên rayedar soz dabin jî hêj tu kes cenazeya bavê wî dernexistiye holê.
“Di derheqê bûyera bavê min de tu gavên erênî nehatin avêtin”
Law Soysal axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Ew sozên ku di derbarê vê mijarê de ji min re hatin dayîn yek ji wan jî bi cî nehat anîn û tu gav jî nehatin avêtin.Em dixwazin gora bavê me were peydekirin.Ew kesên rayedar ên ku gotibûn em ê bi meselê eleqedar bibin tu gav neavêtin.Ew rayedarên ku temamê qirêjahîya rêxistina paralel derxistin holê di derbarê bûyera bavê min de tu gav neavêtin.”
“Di roja qiyametê de destên me wê di pêsîra wan de be”
Soysal di dawîya axavtina xwe de daxwaz kir bila goreke bavê wî hebe da ku ew karibin jê re Fatîheyek bixwînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku min bi Serokwezîr re hevdîtin kir ji min re di derbarê vê mijarê de soz dan, lê belê wiha xuya dike ku ji bîr kirine. Ez tenê dixwazin bila gora bavê min were peydekirin. Heger ew di derbarê vê mijarê de tu gav neavêjin bila zanibin ku em heqê xwe li wan helal nakin û di roja qiyametê de jî ew ê destên me di pêsîra wan de be.”(ÎLKHA)