Wezîr Tufenkçî li Çinarê lêkolîn kir
Wezîrê Bazirgan û Gumrikê Bulent Tufenkçî û lijneya pê re li Çinara Amedê di derbarê teqîna Çinarê de lêkolîn kirin.
Wezîrê Bazirgan û Gumrikê Bulent Tufenkçî di ciyê bûyera Çinarê ya ku şeva çarşemê qewimîbû de lêkolîn kir, taciran ziyaret kir. Dûvre li pirsgirêkên taciran guhdar kir.
Wezîr Tufenkçî û lijneya pê re piştî lêkolînê daxuyanî da endamên çapemeniyê. Tûfekçî di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Bombeya ku li vir hatiye bicî kirin û yê ku li Sultanahmetê hatibû bicî kirin wek hev in. Êrîşa li Fransayê û teqîna li Pirsûsê wek hev in. Dema ku mirov li van êrîş û teqînan mêze dike hemû wek hev in. Êrîşa ku li vir hatiye kirin ne li ewlehiyê ne jî li dewletê hatiye kirin. Ev êrîş li hizûr û aramiya gel hatiye kirin.”
Tufekçî diyar kir ku di derbarê vê êrîşê de hinek gumanbar hatine binçav kirin. Tufekçî wiha pê de çû: “Hinek hatin girtin. Yên din jî dê di demekê kurt de werin girtin. Girtin an jî negirtina wan girîng nînin. Yê girîng ew e zilma ku li vir tê kirin dawî lê were. Ê girîng ew e ku ev kes dev ji pêsîra vê gelê berdin.”
Piştî axavtina Wezîr Tufenkçî, Wezîrê kevin yê Xurek, Çandinî û Ajaldariyê Mehdî Eker diyar kir ku PKK bi êrîşên xwe ve zirarê dide gelê Kurd. Dûvre Eker axavtina xwe wiha domand: “PKK, carek din jî êrîş li xelkê Kurd kiriye û zirarê daye gelê Kurd. Heta îro ev rêxistin bi çalakiyên xwe ve zirarê daye Kurdan. Rastî ev yek dide nîşandan ku di derbarê çalakiyan de ji aliyê hişmendiyê ve IŞÎD û PKK wek hev in. Rastî manendiya êrîşa Sultanahmet û yê Çinarê jî ji xwe ev e.”
Eker diyar kir mexduriyeta kesên ku di vê êrîşê de zirarê dîtine dê were telafî kirin. Eker dûvre wiha axivî: “Birêz wezîrê min diyar kir ku dê mexduriyeta gelê me were telafî kirin. Lê em dê çawa zirar û xisarên ku di dilan de pêk hatiye çawa telafî bikin. Sedema vê texrîbatê hişmendiya terorîstê ya ku dijminê mirovahiyê ye.
Ev ramana ku ne diyar e çalakiyên xwe ji kî re dike û her wiha hewl dide ku ramanên xwe bi tûndiyê pêk bîne hişmendiyekê mel’un e. Ev yek mehkûmê wîjdana gel e û dê her tim jî bibe mehkûmê vê yekê.”
Her wiha Eker diyar kir ev teqîna ku li Çinarê hat teqandin di giraniya tonek û 300 kg bû. Eker wiha dawî li axavtina xwe anî: “Teqandina teqemeniya tonek û 300 kgyê ya di nav gel de kijan wîjdan qebûl dike. Em vê yekê dihêlin hêviya gelê xwe. Em dizanin ku ev di dilê gelê me de hatine mehkûm kirin û dê mehkûm bibin.” (ÎLKHA)