Bavekî din bi hesreta lawê xwe çû rehma Xwedê
Bavê Ahmet Arslanê ku ji ber nasnameyan xwe Îslamî hatibû girtin bi hesreta lawê xwe çavên xwe ji jiyanê re girt û çû rehma Xwedê.
Mahmud Arslanê ku bavê Ahmet Arslan e û li gundê Dera Çengelîya Mûşê dijî çû rehma Xwedê.
Hat diyarkirin lawê Ahmet Arslanî bi êşa qenserê bû û ev bûbû 2 sal û nîv ku li girtîgeha Bandirmayê de bû. Ev êşa qanserê û dûrbûn êş û elema Ahmet Arslanî zêdetir kiribû.Ahmet Arslanê 87 salî yê ku li nexweşxanê tedawî didît li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Arslanê ku mirina bavê xwe bihîst ji girtîgehê destûr stand û tevlî şîna bavê xwe bû.(ÎLKHA)