Di torbeyên şaredarîya Silopîyê de muhîmat hat bidestxistin
Di operasyonên ku li Silopîyê hatin kirin de di malekê de di torbeyên ku aîdî şaredarîya Silopîyê bûn de muhîmat hat bidestxistin.
Li navçeya Silopîya Şernexê di malekê ku dihat diyarkirin ji teref PKKyîyan ve dihat bikaranîn lêgerîn hat kirin.Di encama lêgerînê de muhîmat hat bidestxistin.Muhîmata ku hat bidestxistin di nava torbeyên ku logoyên şaredarîya Silopîyê li ser wan bûn de hat girtin ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.(ÎLKHA)