• DOLAR 34.489
  • EURO 36.596
  • ALTIN 2917.804
  • ...
Di sala 2015an de li Agirîyê 233 kes ji teref kuçikan ve hatin gezkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Agirîyê kuçikên li sikakan hêj dibin bela serê mirovan ku di sala 2015an de li Agirîyê 233 kes ji teref kuçikan ve hatin gezkirin.

Li gor agahîyên ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî hatin girtin li navendê di sala 2015an de 233 kes ji ber gezkirina kuçikan serîlêdanî nexweşxanê kirine.Kuçikên li kolanan nexasim zehmetîyeke mezin didin zarokên ku dixwazin biçin mektebê.

Agirîyan destnîşan kirin ji ber gezkirin û êrîşên kuçikan kesên rayedar tu tedbîran nastînin û bi vî awayî bertek ji şaredarîyê re nîşan dan ‘Heta ku sibe zarokên me ji teref kuçikan ve werin gezkirin ew ê wê demê tedbîrê bistînin.”

Hemwelatîyê bi navê Sidiq Keleş di derbarê mijarê de destnîşan kir lawê wî yê 8 salî ji ber kuçikan newêre biçe mektebê û xwest ku şaredarî kuçikên li kolanan berhev bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min ji ber tirsa kuçikan newêre biçe mektebê. Ez mecbûr im bi xwe wî bibim. Dema ku ez wî dibim jî nêzî 10 kuçikan derdikevin pêşîya me.Berê şaredarî kuçikan ji kolanan berhev dikir. Vê salê xebateke wiha tune ye. Bila van kuçikên bexwedî berhev bikin û derzîya wan li wan bixin.Kuçik ji ber ku berf barîye  birçî dibin û ji ber vê yekê jî xelkê derdorê aciz dikin.”

Hemwelatîyê bi navê Suat Yavrutûrk jî destnîşan kir di wan rojên borî de nêzî 3-4 kuçikî êrîşî  lawê wî kirine û wî zarokê xwe zora belayê ji kuçikan xelas kiriye.(ÎLKHA)

 

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir