Li Agirîyê 5 PKKyî hatin girtin
Di operasyona ku li navçeya Bazîda Agirî hat kirin de 5 PKKyî hatin girtin.
Li navçeya Bazîda Agirî di çarçoveya operasyona ku li dijî PKKê hat kirin de 5 kes hatin binçavkirin û ji teref mehkemê ve hatin tewqîfkirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Agirîyê ve daxuyanîyek hat dayîn.Di daxuyanîyê de hat diyarkirin li navçeya Bazîda Agirî di operasyona ku hat kirin de kesên bi navê O.Î., L.S. M.O., M.N.Y. û Î.T. hatin binçavkirin û ji teref mehkemê ve bi sûca ‘Endambûyîna rêxistina terorê ya çekdarî ‘ hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)