Li Sêrtê pevçûn: 5 PKKyî û polêsek jiyana xwe ji dest da
Li Sêrtê di wextên şeveqê de li dijî PKKê operasyon hatin destpêkirin.Di operasyonên ku hatin destpêkirin de pevçûn derket, di encama pevçûnê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 7 polês jî birîndar bûn. Her wiha 5 PKKyî jî hatin kuştin.
Li Sêrtê di derdora seat 06.30an de li dijî navnîşanên PKKê di heman demê de operasyon hatin kirin. Di operasyonên ku hatin destpêkirin de pevçûn derket, di encama pevçûnê de polêsek jiyana xwe ji dest da û 7 polês jî birîndar bûn. Her wiha 5 PKKyî jî hatin kuştin.
Hat diyarkirin polêsan li ser îxbara ku ji wan re hatîye operasyonê dane destpêkirin.
Ji teref Walîtîya Sêrtê ve di derbarê mijarê de daxuyanîyek hat dayîn.Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin bi îxbara ku ji wan re hatîye cihê kesên PKKyî hatine tesbîtkirin û vê şeveqê jî operasyon li navnîşanên ku hatine tesbîtkirin hatîye lidarxistin.
Pevçûnên ku di derdora 06.30an de destpêkiribûn hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)