Di derheqê êrîşa Çinarê de 2 kes hatin binçavkirin
2 kesên ku tê diyarkirin têkilîya wan bi êrîşê re heye hatin binçavkirin.
Her weke ku tê zanîn ji teref PKKyîyan êrîşa bombeyî li Çinara Amedê li avahîya ewlehîyê û lojmana polêsan hatibû kirin ku di êrîşê de yek jê bebek tevde 6 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 39 kes jî birîndar bûbûn. 2 kesên gumanbar ên ku tê diyarkirin têkilîya wan bi êrîşê re heye hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya ku bi navê Serdozgerê Komerê yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz hatîye weşandin de hat diyarkirin di derbarê kesên şikdar de muamele hêj berdewam dikin.
Di daxuyanîya ku hatîye parvekirin de hat diyarkirin di êrîşê de polêsê bi navê Mehmet Şenol Çîftçî û qîza wî ya 4 salî Mewlûde Îrem Çîftçî, Esra Kose Başarana ku hevsera polêsekî ye û mala ku li kêleka lojmanan bû û wêran bûbû de jî ji heman malbatê Lokman Açikgoz û zarokên wî Murat Alper Açikgoz û Ecrîn Açikgoz jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)