Li Zêdkanê 6 kesên ku dizî kiribûn hatin girtin
Li navçeya Eleşkîrta Agiriyê 6 kesên ku dizî kiribûn hatin girtin.
Li Zêdkana Agiriyê 6 kes ketibûn nav bufeyekê û büfeye şelandibûn. Hat ragihandin ku ev 6 kes di nav wesayîtekê dizî de bi amûrên sûcê re hatin girtin.
Di derbarê mijarê de Walîtiya Agirî daxuyanî da. Di da xuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “ Di navçeya me yê Zêdkanê de bufeya ku xwediyê wê E.Y. bû ji teref dizan ve hatibû şelandin. Di derbarê vê diziye de 6 gumanbarên bi navê M.I, M.Y, Î.Y, O.K, M. K, û M.A. di nav wesayîtekê dizî de bi amûrên sûcê re hatin girtin. Di wesayita ku gumanbar tê de bûn de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de amûrên sûcê hat bidestxistin.”
Hat ragihandin ku piştî miemeleya ewlehiyê ya van 6 kesan di heman rojê de wan sewqê mehkemê kirin û ev 6 kes bi hinceta diziyê hatin girtin. (ÎLKHA)