• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
“Tiştek were serê lawê min xema kî ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Duh li navçeya Sûra Amedê ji bona demekê li Sikaka Çîftehana Dabanogluyê qedexe hat rakirin.Ji ber vê yekê xelkê hewl da da ku karibin naskirîyên xwe bibînin.

Li navçê pîreka bi navê Çîgdem  destnîşan kir lawê wê yê astengdar li navçê mexsûr maye û hewl da têkeve herema ku lê qedexe heye.Lê belê ji ber ku li heremên ku lê qedexe hebûn pevçûn diqewimîn pîrek hat astengkirin û destûr jê re nehat dayîn.Pîreka bi navê Çîgdem ji ber vê yekê bi dengeke bilind bertek ji rewşê re nîşan da.Dema Çîgdem bertek nîşan da kesekî ku di nava koma li ba wan bû ji Çîgdemê re wiha got û balan kişande li ser xwe: “Birayê min jî di hindûr de ye, millet ji canê xwe borîye,tu behsa çi dikî.`

Pîreka bi navê Çîgdem ji ber vê gotina ku jê re hat gotin kêlîkê şaş ma û dûvre wiha axivî: “Dema ku tu dibêjî jî zora wan diçe.Heger tiştek were serê lawê min ma xema kî ye.Hemû kes di malên xwe de ne , lê belê em li derve ne. Xwedê  Teala heqê me ji tu kesî re nehêle.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir