• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Bila navê balafirgeha Amedê bibe Yasîn Boru"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dawî li çêkirina  balafirgeha Amedê hat. Lê navê wê balafirgehê hej ne diyar e. Ji ber vê yekê Xelkê Amedê xwestin ku bila navê vê balafirgehê bibe Yasî Boru yê ku di 6-7ê cotmeha 2014an de ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin.

Abdulazîz Arten diyar kir ku Yasîn Boru yê ku di 6-7ê cotmeha 2014an de ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ji teref raya giştî ve tê nasîn. Li tu derê ev wehşeta ku li Yasîn Boru hatibû kirin nehatiye dîtin. Mimkûn nînin  ku gel vê yekê ji bîr bike. Ji ber vê yekê Arten diyar kir pêwîst e ku navê Yasîn Boru li balafirgeha Amedê were dayîn.

Mehmet Aktay jî diyar kir dê 6-7ê cotmehê her tim wek rojên wehşetî were bibîr anîn. Ji ber vê yekê pêwîst e ku navê Yasîn Boru li balafirgeha Amedê were dayîn.

Aktay diyar kir ku Yasîn Boru ji Amedê re şeref û şanaziye. Dûvre Aktay axavtina xwe wiha domand: “Yasîn, kesekî bê guneh û bê sûc bû. Ji ber vê yekê pêwîst e ku navê wî were jiyandin. Em ji vir bang li desthilatdaran dikin! Bila navê balafirgeha Amedê bibe Yasîn Boru.”

Mehmet Emîn Uykur jî diyar kir ku Yasîn Boru ji civakê re wek remz e. Dûvre Uykur wiha axavtina xwe domand: “Ez ji dil û can dixwazim ku navê Yasîn Boru li Balafirgeha Amedê were dayin. Ez ji vir bang li serokkomar û serokwezîr dikim. Ew beşdarê kîjan bernamê dibûn navê Yasîn Boru zikir dikirin û diyar dikirin ku dê hertim piştgirî bidin doza Yasîn Boru. Ez jî wek Diyarbekiriyek dibêjim wan ku bila  li ser sozê xwe bisekinin. Bila navê balafirgeha Amedê bixin  Yasîn Boru.”

Mehmet Dagdelenê Amedî jî diyar kir pêwîst e ku navê Yasîn Boru were jiyandin. Dagdelen wiha pê de çû: “Em dixwazin ku navê Yasîn Boru were jiyandin. Yasîn Boru ji Amedê re bûye wek sembol. Lewra dema ku  Yasîn Boru goştê qurbanê belav dikir hat qetil kirin. Ji bo ku bûyerên wiha neyê dûbare kirin bila navê balafirgeha Amedê bibe Yasîn Boru.”

Di Îda Qurbanê ya 2014an de Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Turan Yavaş, Cumalî Guneş, hasan Gokgoz û Rîyad Guneş dema ku goştê qurbanê belav dikirin ji teref PKKyiyan ve hatibûn qetilkirin.(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir