Li Cizîrê pevçûn: 2 mirî
Hat ragihandin di pevçûnên ku duh li navçeya Cizîra Şernexê derketin de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Cizîra ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike di pevçûnên ku bi PKKyîyan re derketin de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin kesê bi navê H.O.(21) di pevçûna ku li taxa Dagkapiyê derketîye de û kesê bi navê R.G.(18) jî di teqîna ku li taxa Nûrê pêk hatîye de birîndar bûye.
Her wiha hat diyarkirin di pevçûnên ku di derengîya şevê derketin de jî 2 kesên binavê N.K. û Ş.C. hatin kuştin.(ÎLKHA)