• DOLAR 32.471
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2441.74
  • ...
 "Bila navê Yasîn Boru were jiyandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn di bûyerên 6-7ê cotmehê de ji teref PKKyîyan ve Yasîn Boru hatibû qetilkirin.Serokê Platforma Kerwana Şehîdan destnîşan kir pêwîst e balafirgeha ku li Diyarbekirê nû hatîye çêkirin bi navê Yasîn Boru were binavkirin.

Serokê Platforma Şehîdan Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha pêde çû: “Di civatê de hinek bûyer pêk tên ku divê ew bûyer tu car neyên ji bîr kirin û her tim di hişê civatê de zindî bimînin.Ev yek ji bona civatan ji ber ku wesîleya xelasîyê ne pêwîst e ku ew tu car neyên ji bîr kirin.”

“Bila navê Yasîn Boru li balafirgeha ku nû hatîye çêkirin bê dayîn da ku her tim di hişan de zindî bimîne”

Çelîk destnîşan kir divê navê Yasîn Boru were jiyandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yasîn Boru her tim di salvegerê de tê bibîranîn. Divê navê wî li camî, mescit, pirtûkxane û cihên din were dayîn da ku her tim di hişê civatê de zindî bimîne. Bila xetaya ku hatîye kirin cardin neye dubarekirin û ders û îbret jê were girtin. Ji van bûyerên ku hatine kirin yek jî qetlîam û wehşeta ku PKK û  terefdarên wî kirine. Ev xortên nazenîn û ciwan ên ku ji bona islahkirina civatê dixebitîn ji teref van hovan ve hatin qetilkirin. Em wek Platforma Kerwana Şehîdan teleb dikin navê van birayên me li cihinan bên dayîn.Ji bona balafirgeha ku li Diyarbekirê nû hatîye vekirin bi navê Yasîn Boru were binavkirin li ser medyaya civakî xebat hatin kirin. Em jî telebeke wiha dikin û dixwazin navê Yasîn Boru li balafirgehê were danîn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir