• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xelkê Amedê ji hedefbûyîna Mizgefta Mezin re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn duh di pevçûnên ku li Sûra navçeya Amedê pêk hatibûn de berik îsabetî Mizgefta Mezin a Sûrê kiribûn ku xelkê Diyarbekirê ji hedefbûyîna mizgeftê ber bertek nîşan da û xwastin şer û pevçûn berî kêlîkê werin rawestandin.

Xelkê Amedê yên ku ji bona niwêjê hatin camîyê û dema ku rewşa camîyê dîtin  ji vê yekê re bertek nîşan dan.

Kesê bi navê Mustafa V. di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber pevçûnên ku diwemin camî zirarê dibînin û axavtina xwe wiha domand: “Ev bû 38 sal ku ez li Diyarbekirê dijîm.Her weke hûn jî dizanin berik û gule îsabetî Mizgefta Mezin a dîrokî kirin.Em naxwazin ev pevçûn pêk werin.  Em bi salan li ser van axan wek birayan digel  hevdû jiyan û tu pirsgirêka me bi tu kesî re tune ye. Ereb, Kurd û Tirk ferq nake hemû jî misliman in. Birayên me yên dîn in. Zirar dîtina camîyan nayê qebûlkirin.Em naxwazin pevçûn pêk werin.”

 “Camîyên me dibin hedefa berikên însanên me”

Hemwelatîyê bi navê Yaşar Ustun jî di derbarê mijarê de destnîşan kir  di pevçûnan de camî û însan dibin hedefên berikan û axavtina xwe wiha domand: “Çi edaleta şer û pevçûnê heye.Li gelek cihê cîhanê pevçûn pêk tên. Lê belê li nava bajêr û malbatan de ev şer pêk nayên.Em naxwazin ev şer pêk were. Heger ew ê pêk were jî bila ji warên siwîlan dûr pêk were.Duh berik îsabetî malekê kir.Çi sûcê wê malê hebû?Di malên xwe de ji xwe re rûniştibûn.Bi şer û pevçûnan tu pirsgirêk nayên çareserkirin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir