Li Çewlîgê cemedgirtin bû sedema qezayê: 10 birîndar
Li rêbeja Çewlîg-Gîncê di şûna malên Ovaparkê de qeza qewimî. Di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Ji ber cemedgirtina li ser rêbeja Çewlîg-Gîncê qeza qewimî. Di qezayê de 10 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.
Qeza, îro di derdora 11.00an de li rêbeja Çewlîg-Gîncê di şûna malên Ovaparkê de qewimî. Wesayîta bi pleqeya 12 D 0012ya ku ajovanê wê Şehmus Alagoz bû dema ku rêwiyan ji Gîncê dibir Çewlîgê di Rempa Şêx Ehmed de ji ber qeşemgirtinê ji rê derket û qilopanî bû.
Di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê. (ÎLKHA)