Di axûra ku tê de şewat derket de heywan telef bûn
Li navçeya Gulnarê di axûrek de şewat deket. Di encama şewatê de 10 pez telef bûn.
Li Taxa Uçoluka ku girêdayê navçeya Gulnara Mêrsînê ye di axûrê de şewat derket. 10 pez telef bûn.
Gor agahiyên hatiye bidest xistin li Taxa Uçoluka ku girêdayê navçeya Gulnarê di bin mala Yaşar Sariyê de di derdora sibê de şewat derket. Hêj jî nayê zanîn gelo ev şewat çima derketiye.
Malbata Sariyê dema ku bi şewatê hesiya cîranên xwe ji vê yekê agahdar kir. Dûvre malbat bi alîkariyê gelê hawîrdor hewl da ku şewatê vemirîne. Heta ku îtfaye hat ciyê şewatê, şewat geş bû. Dûvre ev şewat ji teref vekujê ve hat tefandin.
Piştî yehqîqatê hat zanîn ku 10 pez di axûrê de telef bûne. Xwediyê axûrê Yaşar Sari diyar kir ku aboriya malbata wî ew 10 pez bû. Her wiha Sari diyar kir ku mala wî jî ji vê şewatê zirar dîtiye. Ji ber vê yekê Sari destnîşan kir ku malbat mexdûr bûye. (ÎLKHA)