• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Esnafên Amedê dixwazin ku bi çavekî hêvîdar li sala 2016an binerin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amedê bi taybet pêvajoya ku bi 6/7ê cotmeha 2016an dest pê kir û piştî 7ê hezîrana 2016an zêde bû herêmê wek aborî pir bandordar kir. Di de barê vê yekê de esnaf sala 2016an xirab derbas kir. Ji ber vê yekê esnaf dixwazê ku di sala 2016an de di şûna çal û berîqetan de aramî û hizûr hebe.

Esnafên Amedê diyar kirin ku di beriya pevçûnan de hatina turîstan yê li bajarê Amedê ji bo aboriya bajêr gelek girîng bû. Piştî ku bûyer dest pê kirin esnaf mecbûr ma ku derebeyan daxîne. Ev yek jî bû sedema mexdûr û belengazbûna gel.

Ji esnafan Ferhat K. diyar kir ku derketina şer ya li herêm  bû sedema mexdûr bûna esnaf û gel. Her wiha Ferhat K. diyar kir ku gel ji şer tirsiya û ji bajêr koç kir.

Ji esnafan Şerîf Yilmaz jî diyar kir pêwîst e ku dawî li pêvajoya şer were. Dûvre Yilmaz wiha axavtina xwe domand: “Esnafên ku mal anîbûn dûvre ew malan li xwedî vegerandin. Kesê ku dikan vekiribû dikana xwe asê kir. Sedema vê yekê şer e. Em dixwazin ku demildest em ji vê rewşê dûr bikevin û bihev re wek biratî bijîn. Ji sala nû re em vê yekê dixwazin.”

“Em Dixwazin ku dikanên xwe vekin”

Esnafê din Nurettîn S. Destnîşan kir ku ji bo sala 2016 bendewariya zêde yê wan tune. Dûvre S. axavtina xwe wiha domand: “Yek meh e ku dikanên me asê ne. Em nikarin dikanên xwe vekin. Em Dixwazin ku dikanên xwe vekin.”

Ji esnafan Nasir Ateş jî diyar kir ku ji ber van pevçûnan ew maye bê kar. Her wiha di vê pêvajoyê de kesên ku wek wî manê bê kar gelek in.

Îdrîs Çakil ji destnîşan kir ku ew bajarek  ji aliyê aboriyê ve derfetên wê heye dixwazin. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Pêwîst e ku rêvebir dest bavêjin vê yekê. Ev pirsgirêk were çareser kirin. Gel di vê sir û seqemê de derve radizên. Gel di nav malên xerab de dimînin. Gel mihtacê lokmekê nan kirin.”

“Ez mexdûrê sîyaseta kortan yê PKKê me”

Ji esnafan Şeyhmus T. Diyar kir ku ev şer wan pir mexdûr kir û di dawiyê de mecbûr man ku dikanên xwe asê kirin.  T. duyar kir ku sedema vê yekê sîyaseta kortan yê PKKê ye. (ÎLKHA)

 

 

 































Bu haberler de ilginizi çekebilir