Li Solhanê serwîsa xwendekaran qeza kir: 8 birîndar
Li Solhana navçeya Bîngolê ji ber rêya şemîtok wesayîta xwendevanan qeza kir.Di qezayê de 8 xwendekar birîndar bûn.
Li gundê Elmasirtiya Solhanê piştî barînê berfê rê qeşa girt.Ji ber qeşaya ku ketibû serwîsa xwendakaran qeza kir. Di encama qezayê de 8 xwendevan birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta xwendevanan a bi plaqeya 21 DA 044 ji ber ku rê qeşa girtibû qeza kir. Di encama qezayê de 8 xwendekar birîndar bûn.Kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa xwendevanan baş e.(ÎLKHA)