Li Sêrtê rêya 150 gundî hat girtin
Li Sêrtê ji ber berfa ev bû du roj dibare rêya 150 gundî ji çûyîn û hatine re hat girtin.
Ev bû du roj berf bênavbir li Sêrtê dibarê ku ev yek jî tesîreke neyînî li jiyanê kir. Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêra Sêrtê Recep Guldogan destnîşan kir ji ber barîna berfê li navçeyên Perwarî, Şîrvan,Erûh û Baykanê rêya nêzî 150 gundî hatiye girtin.
Guldogan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji bona ku rêyên gundan werin vekirin xebat tên kirin.(ÎLKHA)